KNK ji bo koçberan kete nava tevgerê

Heyetek ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî ji bo ku li ser rewşa koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê asê mane lêkolînê bike, îro bi rê ket.

KNKê ji bo ku çareyek ji vê rewşa giran re bibîne, bi rêya nûnertiya xwe ya Mosko, bi rayedarên Rûs û Belarûsê re di nava peywendiyan de ye.

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs jî di nav de, heyeteke KNK’ê ji navendê bi rê ketiye û çend kes ji nûnertiya KNK’ê ya Mosko wê tevlî heyetê bibin.

Heyet wê hewl bide ku bi rayedarên Belarûs û Polonyayê li ser vê rewşê hevdîtinan bike û çareseriyekê jê re bibînin.

Back to top button