Riham Hico: Wê têkoşîna civaka Şengalê dewam bike

Endama Kordînasyona TAJÊ Riham Hico têkildarê salvegera rizgariya Şengalê axivî û got: “Ferman bi destên PDK’ê re dewam dike, lewra rêxistina me civaka êzîdî û li dijî hovitiyê rêxistina jinê çavê hemû dijminan ditirsîne û êrişên wan vala derdixe, wê bi têkoşînê jî azadiya me mîsoger bibe.”

Çeteyên DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kirin û fermana li dijî civaka Êzidî pêk anîn.

Di encama berxwedana 15 mehan de, di 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal hat rizgarkirin.

Di oxira azadiya Şengalê de bi dehan şervanan jiyana xwe ji dest dan û îro jî ev berxwedana xweseriya Şengalê dewam dike.

Derbarê mijarê de, Endama Kordînasyona TAJÊ Riham Hico axivî.

Rihamê di destpêka axaftina xwe de fermana 3’ê Tebaxê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibû bi bîr anî û got:

Rihamê bi lêv kir ku hêzên PDK’ê piştigirî daye fermanê.

Riham Hico: Jin soza tolhildanê dan û xwe birêxistin kirin

Riham Hico da zanîn di pêvajoya êrişê de civaka Êzidî ji bo tolhildanê serî rakir û bi taybet jin berxwedana xwe ya azadiyê heya niha dewam dike.

Jinan xwe bi rêxistin kirin û bi nasnameya YJŞ’ê re di berxwedanê û rizgariya Şengalê de cihê xwe girtin.

Li gorî me ev li hemberî hovitî çeteyên DAIŞ’ê bersivek xurt bû û ji bo me jî gavek mezin û dîrokî bû.

Endama Kordînasyona TAJÊ Riham Hico diyar kir ku pêwîst e civaka êzidî ji bo venegere beriya 3’yê Tebaxê çi ji destê wê tê bike û wiha anî ziman:

Ez di vê baweriyê de me jî wê civaka Êzidî li ser şopa şehîdê azadiyê bin û xeyalên wan bidin jiyîn.

Piştî 13’ê Mijdarê şûnde jî jinên êzidî ji berê zêdetir azadiya xwe bi rêxistin kirin.

Back to top button