Hunermanda Kurd Emel Çîftçî hat girtin

Hunermenda Kurd Emel Çîftçi ya li Amedê hatibû binçavkirin, tevî ku rapora wê ya ku nîşan dide penceşêra malzarokê pê re heye jî hat girtin.

Hunermenda Kurd Emel Çîftçî ya ku duh dema li Amedê diçû nexweşxaneyê bi hinceta der barê wê de “biryara girtinê” heye hat binçavkirin.

Emel dûre birin Edliyeya Amedê û îfade da Dadgeriya Ceza ya Sulh a Nobedar a Enqereyê.

Dadgehê, li ser gotinên şahidê veşarî Ulaş bi sûcdariya “endama rêxistinê” û “rêvebera rêxistinê” der barê Emel de biryara girtînê da.

Tevî raporên ku nîşan didin nexweşa penceşêra malzarokê ye û divê bi lezgînî were emeliyatkirin jî dadgehê, mayîna wê ya li otêlan ku ji bo xebatên xwe yên hunerî lê dima ji bo girtina wê hincet nîşan da.

Emel Çîftçî piştî ku hat girtin, wê şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.

Back to top button