Hefter: Ger xayîn bang li hemû çeteyên cîhanê bikin, wê vîna me neşke

Gelê Lîbî bang li Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê kir ku Terablusa paytext ji sûxiran rizgar bike.

Li bajarê Bengazî ya Lîbyayê, bi sedan şênî daketin kolanan û bang li Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê kir ku operasyonên xwe bidomînin heya Terablusa paytext rizgar bike.

Kesên derketin kolanan wêneyên serokê hikûmeta Wîfaqê, Fayîz El-Serac û serokomarê Tirkiyê Erdogan, bi nîşaneyên sor xêz kirin û hikûmeta Wîfaqê bi sûxirtiya ji Tirkiyê re tawanbar kir.

Serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter, di axaftinke xwe ji Lîbiyên ku derketin kolanan re got ku wê ti aştî pêk neyê heya ku mîlîsên çekdar dersînor bibin.

Xelîfe Hefter teqez kir ku ger xayînên li welat bang li hemû çeteyên li cîhanê bikin wê vîna wan a ji bo rizgarkirina Terablusê neşkînin.

Her wiha Hefter nameyek da Erdogan û got: Bêyî şûrên pabîran me yên Ereb tu yê heya niha koleyê peykeran ba.

Li gorî ajansa “Associated Press” jî, berpirsên Yektîiya Ewropayê ji bo qedexeya şandina çekan ji bo Lîbyayê, li pêngaveke nû bi dewletên Yekîtiyê re digere.

Back to top button