Mexmûr-Komîteya Perwerdeya Xweser konferansa xwe li dar xist

Li avahiya Mala gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 25’ê Tebaxê de bi tevlîbûna 120 delegeyan 6. Konferansa Komîteya Perwerdeya Xweser hat lidarxistin.
Di konferansê de Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar, Nûran Sezgîn axivî û got:
“Li dijî tecrîdê divê em kêlî bi kêlî bi rihê şehîd Zîlan, Bêrîtan û Semayan têbikoşin”.

Li avahiya Mala gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 25’ê Tebaxê de bi tevlîbûna 120 delegeyan 6. Konferansa Komîteya Perwerdeya Xweser hat lidarxistin.

Axaftina vekirinê ya Konferansê ji aliyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar, Nûran Sezgîn ve hat kirin.

Nûran Sezgîn di destpêka axatina xwe de diyar kir ku di vê pêvajoyek de lidarxistina Konferanek wisa pir girînge û wiha peyîvî:

Nûran Sezgîn: Li dijî tecrîdê em bi rihê Bêrîtan û Zîlanan têbikoşin

“Rewşa ku em niha tê de jiyan dikin, eger em îro konferansa xwe ya 6’emîn lidardixin.

Îro Rêbertî di bin tecrîdek pir giran û bê huquqî de jiyan dike.

Li rûxmê van hemû êriş û bê huquqiyan jî kirin nekarîn gavekê jî bi Rêbertî paşde bidin avêtin.

Ji bo em bikaribin bibin bersiva pêvajoyê, divê em bi ruhê şehîd Zîlan, Bêrîtan û Semayan xwe bi rêxistin bikin û her kêlî Rêbertî di nava şaneyên laşê xwe de bidin jiyankirin.”

Konferans bi xwendina perspektîfên Rêber Apo, xwendina rapora du salan, rewşa siyasî û nirxandinên kar û xebatan hatin meşandin dewam kir.

Her wiha di konferansê de rêzikname û pêşnûme biryar hat xwendin.

Bi wê ve girêdayî desteya disiplînê hat hilbijartin.

Axaftina girtinê ji aliyê Hevberdevka Komîta Qada Perwerdê Bêrîvan Kaya ve hat kirin.

Bêrîvan Kaya di axaftina xwe de anî ziman ku polîtîkayên ku niha li Kurdistanê tên jiyankirin hemû jî girêdayî tecrîda ku li Îmraliyê tê pêkanîne.

Back to top button