“Tecrîda li ser Rêber Apo li ser jinê ye”

Endamên jin yên Tevgera Azadî û Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman derbarê tecrîda li ser Rêberê Apo axivîn û gotin:
“Bi fikirê Rêber Apo, jin îro xwe rêve dibin û pêşengtiyê dikin.
Ji bo vê jî tecrîda girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin.
Divê hemû hewldanên me ji bo azadiya Rêber Apo be, ji ber ku azadiya wî azadiya jinan e, azadiya gelê kurd e, azadiya wî ji bo aştiya li Tirkiyeyê gelek girînge.”

Ji Başûrê Kurdistanê dengên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind dibin.

Endamên jin ên Tevgera Azadî li dijî tecrîdê helwesta xwe nîaşn dan.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Çiro Şiwan da zanîn ku me name ji bo NY re şandiye û got:

“Di nameya xwe de me ragihand ku dewleta Tirk durî yasayên cîhanî, nêzî girtiyên li Îmraliyê dibe.

Li gorî yasaya Hêvî ya Neteweyên Yekbûyî, divê piştî 25 salan derkeve derve.”

Çiro Şiwan da zanîn ku bi saya fikrê Rêber Apo jinê xwe naskir û îro bûye xwedî hêz.

Tecrîda li ser Rêber Apo li ser jinê ye, li ser netewa kurd giştî ye. Li dijî tecrîdê emê heta dawî têbikoşin.”

“Pêwîste tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin”

Endama Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Ronak Mecîd jî bi heman armancê axivî.

Ronak diyar kir ku ji ber fikirê Rêber Apo li dijî pergala modernîteya kapîtalîste, tecrîdê giran dikin.

Ronak behsa nameyên ji bo NY jî tên şandin kir û wiha pêde çû;

“Jin bi rêya CPT’iyê dest bi şandina nameyan ji bo Neteweyên Yekbûyî kirine.

Jin dixwazin bi vê çalakiya xwe zextê li parlamentoya Ewrupayê bikin da ku tecrîd were şikandin.”

Mehmûd Osman: Divê hemû hawildan ji bo azadiya Rêber Apo bin

Di heman demê de Siyasetmedarê Kurd yê Başûrê Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman jî helwesta xwe nîşan da û ev nirxandin kir:

“Rêber Apo bi awayek neheq hatiye girtin û pêwîste were azadkirin.

Divê hemû hewldanên me ji bo azadiya Rêber Apo be.

Rêber Apo dikare aştiyê bîne, Ocalan jî hertim gotiye ew amadeye ji bo aştî û diyalogê.

Azadî mafê Ocalane, lê Hikumeta Tirkiye vê nake.”

Mexmûr-Çalakiya li dijî tecrîdê bi koma 8’an dewam dike

Back to top button