Mamosteyên bi peyman li Raperîn, Koye û Helebcê çalakî li darxistin

Mamostayên bi peyman ên li başûrê kurdistanê bi çalakiyan bang li hikumeta herêmê kirin da ku wana tayîn bikin.

Mamostayên bi peyman li Silêmaniyê û Helebce, navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê û Îdareya Raperînê jî bi çalakiyan xwestin bên tayînkirin.

Mamostayan di çalakiyên xwe de bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin da ku wana bi fermî tayîn bikin.

Mamostayan ragihandin ku bi dehan carin ew ji bo tayînkirinê di nava çalakiyan dene, lê heya niha Hikumeta Herêma Kurdistanê daxwazên wan qebûl nekirine.

Back to top button