Operasyona xapandinê ya MÎT û PDK’ê, ku bi navê “PKK, YPG/YPJ, QSD zarokan direvîne” pûç bû.
Îstixbarata Tirk û PDK ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd, QSD, YPG û YPJ’ê reş bikin, dest bi operasyona xapandinê ya bi navê “revandina zarokan” kiribû, lê ev derewên wan li bin guhê rastiyê ket.
4 Çileyê, di malpereke nêzî îstîxbarata PDK’ê de, bi sernavê “Wêne û nasnameya 25 zarokên ji aliyê PKK’ê ve hatine revandin,” nûçeyek hat weşandin.
Hesabekî medyaya dîjîtal Proaktîf Atolye (@ProaktifAtolye) xwe gihand malbatên wan zarokên ku dihate îdîakirin hatine revandin.
Bi vê xwegihandinê û hevdîtinê re, derewên aliyên navborî careke din eşkere bûn.
Di hevdîtinên Proaktîf Atolyeyê de, eşkere bû ku beşeke mezin ê zarokên qala wan tê kirin, li cem malbatên xwe ne, gelekan jî serî li hêzên leşkerî dane, lê belê ji ber temenê wan biçûk e, hatine vegerandin.
https://youtu.be/ohfT2o6duxw