Di salvegera dagirkirina Efrîne de jî, êrîş hebûn. Heta di vê demê de êrîşên dagirkeran bêhtir jî bûne. Dewleta Tirk û çeteyên xwe se’etên sibehê çend gundên Şehbayê careke din kirin armanc.
Dewleta Tirk a dagirker ku her roj êrîşî herêma Şehbayê dike, îro jî di seetên sibehê de ev êrîşê dan despêkirin.
Dagirkeran, gundên herêma Şehba Şailê, Tilmadiq, Xirbê Elşailê, Ziwan, Tilrihalê û Tepê Radarê dan ber topan.
Topbarana çeteyan demekê dirêj kir, lê encam heta niha zelal nebûne .