Bêexlaqiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her roj bi rêbazekî cuda eşkere dibe. 11 jinên ku di girtîgeheke çeteyan de bûn, ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin.. Li aliyê din jî bi sedan jin hîna çarenûsa wan nediyar e.
Çeteyên ku ti pîvanên exlaqî li cem wan tune ne, kirinên xwe yên hovane xwe bi xwe eşkere dikin.
Li hemwextî şerê di navbera çeteyên Tirkiyê yê li nava bajarê Efrînê, 11 jinên kurd di girtîgehek girêdayî çeteyên El Hemzat de hatin dîtin.
Çavdêriya Sûrî, ev buyer belge kir û da zanîn ku tevahî jinên di girtîgehê ElHemzat de, bi awayekî herî qirêj rastî êşkencê hatine.
Li gorî Navenda Belgekirina binpêkirinan a bakurê Sûrî, ev jin di bin çavdêriya qaşo ‘Şirta Eskeriyê’ de ber bi cihekî ne diyar ve hatine birin.
Navên hin jinên ku hatine revandin jî wiha ye:
Heyfa El-Cesêm, berê hemşîretî li nexweşxaneya Avrîn dikir, 18 Adara 2018’an ve hatiye revandin
Arîn Dilî Hesen a 21 salî ji gundê Kîmarê yê Şêrewa ye, 27 Şibata 2020 hat revandin.
Rûken Mile Tahêr ji gundê Coqê ye.
Heyfa El-Cesêm
Arîn Dilî Hesen
Rûken Mile Tahêr
Çeteyan 2 jin ji gundê Dêrwîş ê Şerayê revandin
Di heman çarçoveyê de hîna jî revandina jinan li Efrînê didome.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ragihand ku 23’ê Gulê çeteyên ‘Sultan Murad’ zaroka 16 salî Melek Nebîhe Xelîl Cimi’a ji gundê Dêrwîş ê Şera revandin.
Her wiha çeteyan Valentîniya Erselen Mistefa ya 22 salî jî ji heman gundî revandin. Çetyan destdirêjî lê kiribûn û dîmenê wê ji malbatê re rêkiribûn.
Her dawî hat zanîn ku Valentîniya li bajaroka Kefer Nibol ê Îdlibê de girtiye..
Ev bi giştî tenê çend mînak bûn, lê heta niha jî bi sedan jinên kurd li cem çeteyên Tirkiyê girtî ne û çarenûsa wan ne diyar e..