Ji bo mayindekirina dagirkeriya xwe, guhertina demografîk pêk tîne

Dewleta Tirk a dagirker rêbazê wê yê mîtîngeriyê pir in, lê aramanca wê yek e.Ew jî mayîndekirina dagirkeriya xwe li herêmên dagirkirin e.Bi rêya bicih kirina malbatên çeteyên xwe demografiya herêman biguherîne, ev jî bi cih kirina Tirkmenan û avakirina partiyên Tirkmen ve diyar dibe.

Dewleta Tirk a dagirker, di guhertina demografiya herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî bi israr e.

Tevî gelek serjimarî û raporên saziyên hiqûqî yên cîhanî ku, dagirkeriya Tirk eşkere dike jî, civaka navneteweyî nalive.

Gava yekemîn dewleta Tirk şêniyên resen koçber dike û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dike.

Piştî dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Cerablus, Bab, Ezaz û Sifîrê re bi hezaran bi darê zorê hatin koçberkirin.

Li gorî agahiyan, zêdetirî 230 gund hatin dagirkirin û 52 gundên bajarê Cerablus, Raî û Babê bi temamî hatin hilweşandin û sivîlên wê hatin koçberkirin.

Li Efrînê jî, bi hezaran malbatên çeteyan û koçberên ji Xûta, Humis, Heleb, Hema û Idlibê di malên şêniyên Efrînê de bi cih kirin.

Herî dawî jî, 500 malbatên Filistînî li gundê Dêrbelût û navenda bajarê Efrînê hatin bicihkirin.

Her wekî van herêmên dagirkerî li Serê Kaniyê û Girê Spî jî guhertina demografîk pêk tê.

Zêdetirî 2 hezar û 500 malbatên çeteyan li Serê kaniyê û hezar û 500 malbat jî li Girê Spî bi cih bûne.

Li vir tevî siyaseta xwe ya qirkirinê li dijî sivîlan, armanc dike nasmeya sivîlan biguherîne û bi rêya çeteyên, hewl dide ku partiyên siyasî yên Turkmen ava bike.

Jixwe siyaseta Erdogan ya Tirkkirina herêman, eşkere bûye.

Berî niha Erdogan gotibû ku, “ew ê 530 hezar kesî li herêma navbera Dêrikê û Serê kaniyê de û 405 hezar kesî li herêma navbera Serê kaniyê û Girê Spî de, bi cih bike.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî vê gûhertina demografîk Amerîka û Rûsya berpirs dît û diyarkir ku pêkanîna vê planê, wê bi xwe re xeteriyek mezin bîne.

Îcar eger em bên li gorî qanûnên navnereweyî, ev kirinên Tirkiyê qedexe dike, bi vê yekê re Tirkiyê van qanûna binpê dike.

Li gorî her du madeyên 39 û 51`an ên NY`yî, aliyên dagirkerî pêk anine rastî lêpirsînê tên.

Lê heya niha Erdoganê dagirker nehatiye cezakirin.

Back to top button