Amerîka nerazîbûna xwe ji hebûna Rûsya li Lîbyayê nîşan da

Li Lîbyayê şerê Artêşa Niştimanî û çeteyên dewleta Tirk gur dibe û Amerîka jî dibêje ku çend balafirên Rûsî li Lîbyayê hatine dîtin û dijberiya xwe ji ber vê yekê nîşan dide. Li ser erdê jî serçeteyekî Firqeya Sultan Murad a turkmenên Sûrî li başûrê Terablusê hat kuştin.

Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê David Şînker ragihand ku Lîbya ne cihê hêzên biyanî û çeteyan e.

Şînker di hevpeyvînekê li gel kenala El-Erebiyê de diyar kir ku bi têkçûna rewşa Lîbyayê re, hin balafirên Rûsî gihaştin Lîbyayê.

Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê nerazîbana Waşingtonê ji hebûna Rûsî li Lîbyayê anî ziman û teqez kir ku, piştî Artêşa Niştimanî êrîşên xwe rawestandin, derfet heye ku aliyên Lîbî dest bi diyalogan bikin û li ser agirbesteke mayînde lihev bikin.

Şînker şerê li Lîbyayê bi şerê wekaletê bi nav kir û bal kişand ser rewşa mirovî ya zehmet û bikaranîna zarokan di vî şerê de.

Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê David Şînker bang li aliyên Lîbî kir ku vegerin danûstandinan û da zanîn ku wezîrê derve Mike Pompio ji bo vê yekê di nava hewldanan de ye û berya çend rojan bi rêya telefonê bi Serac re axivî bû.

Serçeteyekî Sultan Murad li Başûrê Terablusê hat kuştin

Li ser erdê jî, Artêşa Niştimanî ya Lîbî ragihand ku serçeteyekî Sultan Murad ku Tirkiyê desteka wê dike li başûrê paytexta Lîbî Terablusê hat kuştin.

Artêşa eşkere kir ku serçeteyê bi navê Murad El-Ezîzî li eniya Metar hatiye kuştin.

Firqeya Sultan Murad ji turkmenên Sûrî pêk tê û desteke mezin ji dewleta Tirk werdigire.

Ev yek di demekê de tê şer û pevçûnên dijwar li derdora Terablusê di navbera Artêşa Lîbî û çeteyên dewleta Tirk de diqewimin.

Çevdêriya Sûrî: Di nav 2 kêmî 18 salan, 13 çeteyên Sûrî hatine kuştin

Girêdayî mijarê jî duh Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di şerên dawî yên li Lîbyayê de 13 çeteyên Sûrî hatine kuştin ku 2 ji wan temenê wan kêmî 18 salan e.

Cenazeyên hin çeteyan jî ber bi herêma Helebê ve hatine şandin.

Li gorî çavdêriya Sûrî, di nav de 20 zarok kêmî 18 salan, bi giştî 331 çeteyên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin.

Çavdêriyê da zanîn ku , di nav de 3 zarok, 46 Kurdên Efrînê ji bo biçin Lîbyayê, di perwerdeya leşkerî de ne.

Berya niha Çavdêriya Sûrî, veguhastina 50 çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve, eşkere kiribû.

Back to top button