Ji Konferansa 2’emîn a Mala Jinan gelek bend û plansaziya xebatê hat eşkere kirin.
Rêxistinkirina jinan û civakê, xebata li ser pêkanîna qanûna malbatê, avakirina Komîteya Pêşwazîkirina jinên ku berê xwe didin Mala Jinan ji pilansaziyên serekebûn.
Ji Konferansa 2’emîn a Mala Jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryar û plansaziya xebatê derket pêş.
Ji Encamnameya konferansê, xalên girîng wiha ne:
- Hişyarkirina civakê bi awayekî giştî li ser rêgezên bingehîn û qanûna malbatê, dayîna semînerên li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û xwegihandina tevahî jinan û zanakirina wan.
- Zêdekirina perwerdeyan ji mêr û jinan re.
- Li ser vekirina Mala Jinan li Dêrazor û li tevahî herêmên xebat bê kirin.
- Komteyên şopandina rewşa jin.
- Bernameya perwerdê, çeksazî û perwerdekirina jinan di girtîgehan de.
- Xebat li ser avakirina projeyên jinên di mala jinan de dixebitin were kirin.
- Dewreyên perwerdê yên pispor ji jinên malbatên şehîdan, keçên şehîdan û jinbiyan re werin vekirin.
- Li ser avakirina gundan ji jinan re xebat wirin pêşxisitn.
- Li ser xurtkirina aboriya jinên û jinên pêdiviya wan bi kar heye xebat were kirin û piştgirî bê dayîn.
- Bernameyek televîzyonê ji bo nîqaşkirina dozên jinan ên taybet bi Mala Jinan were amadekirin.
- Xebat li ser pêkanîna qanûna malbatê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin.
- Dema jin radestî malbatên wan tên kirin xebat li ser lihevkirinê bê kirin.
- Rewşa jinên radestî malbatên wan tên kirin were şopandin.