Di salvegera fermana Şengalê de banga hesapirsînê ji dewleta Tirk

Çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa sala 2014’an li Şangalê bi serê civaka Êzîdî komkujiyek pêk anî.
Di encama vê komkujiyê de bi hezaran şehîd, birîndar û winda çêbûn.
Li gelek dervên herêmê bi çalakiyan, şehîdên fermana Şengalê hatin bibîranîn û bang li hêzên navneteweyî kirin ku sûcdaran darzînin.

Bi wesîleya salvegera 9’an a Fermana Şengalê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî hatin dayîn û çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de, Meclisa Qamişloyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê sûcdar werin cezakirin, şengalî vegerin warên xwe, rêveberiya wan a xweser were parastin, rêbazên parastinê werin pêşxistin û li dijî tevahî projeyên qirkirinê rêxistinbûyîna civakî were xurtkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li navçeya Amûdê di salvegera 9’an a komkujiya Şengalê de daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser got, Civaka navneteweyî li hemberî sûcên ku li Şengalê hatine kirin, hîna bêdeng e.

Heta niha faîl û alîgirên vê komkujiyê nehatine zeftkirin.

Heta niha sûcên li dijî vê pêkhateyê resen ê xwedî dîrok û çand wekî jenosîde nehatine ragihandin.

Em bang li civata naveteweyî dikin ku vê komkujiyê wekî jenosîd ragihîne.

Li Tirbespiyê jî bi beşdarbûna bi dehan kesî civînek hat lidarxistin.

Di civînê de hate gotin, li hemberî siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, divê xelkê Şengalê rêxistina xwe xurt bikin.

Bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bidin Şengalê û rêveberiya wê ya xweser nas bike.

Dawiyê, sînevîzyonek li ser fermanê û berxwedan YPG, YPJ û Gerîlayan hate pêşandan.

Meclisa Til Birakê jî daxuyanî da.

Şehîdên Şengalê hatin bibîranîn û bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî hat kirin ku tazîmatan bidin kesên ku ji ber fermanê zirar dîtin.

Meclisa Navçeya Til Hemîsê jî ferman şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku kesên piştigiriyê didin van komkujiyan ceza bikin û ji bo parastina şaristanî û çandê piştgiriya xelê Şengalê bikin.

Ev der jî bajarê Hesekê ye.

Yekitiya Jinên Ermenî fermana 3’ê Tebaxê şermezar kir û bang li cîhanê kir ku berpirsiyariya xwe li hember vê komkujiyê pêk bînin.

Şêniyên Dirbêsiyê jî bi daxuaniyekê ferman şermzar kir û banga darzandina dewleta Tirk a dagirker kirin.

Rêveberiya Xweseriya a Tebqayê jî fermana li dijî gelê Şengalê şermezar kir û got:

“Ev ferman li dîroka osmanî ya xwînrij ku hîna qurbaniyên wê winda ne, zêde dibe.

Li hember vê komkujiyê jî civata navneteweyî bê deng e û weke janosîdekê nas nake.

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrîn û Şehbayê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Dayikên Aştiyê yê Efrîn û Şehbayê bi heman armancê daxuyanî dan.

Aliyan bang li hêzên navneteweyî kirin kku zextê li dewleta Tirk a dagirker û Iraqê bikin ji bo ku destwerdanê li kar û barên Şengalê nekin.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku erkên xwe yên mirovî li hember bi hezaran jinên êzidî yên winda bi cih bînin.

Back to top button