Şengal-Komxebata ‘Yekîtiya me hêza li dijî zilmê ye’ destpê kir

Li Şengalê komxebata ”Yekîtiya me hêza li dijî zilmê ye” bi beşdarbûna gelek aliyên siyasî, nûnerên eşîr, pêkhate, baweriyan destpê kir.
Mijara komxebatê, yekîtî û tifaqa Şengalê, vegera gel û çareserkirina pirsgirêkên îdarî yên Şengalê ne.

Di 9’emîn salvegera fermanê de li Bexda û Şengalê konferans û komxebatên girîng tên lidarxistin.

Îro di pêşengiya Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê de, bi wesîleya 9’emîn salvegera fermanê komxebatek tê lidarxistin.

Weke tê zanîn ev tifaqa civakî û siyasî ya Şengalê, di 24’ê Hezîrana 2023’an de hatibû ragihandin.

Di vê tifaqê de weke hêzên siyasî PADÊ, YNK û Teqedûm cih digirin.

Her wiha weke nûnerên çand û civakên Şengalê jî nûnerên Mesîhî, Sunnî, Şîa, Tirkmen jî yekîtîya xwe bi rêya vê tifaqê ragihandibûn.

Di pêşengiya vê tifaqê de, li navçeya Sinûnê ya Şengalê, bi dirûşmeya ”Yekîtîya me hêza li dijî zilmê ye” komxebatê destpê kir.

Hevserok û nûnerên tiafaqê di nav de li derveyî şengalê ê rayedarên payebilind ên siyasî û leşkerî jî beşdarî komxebatê bûn.

Peyama vekirina komxebatê: Tifaq û xwerêvebirin

Axaftina vekirinê ji aliyê oldaran ve hate kirin û peyamên destpêkê yên komxebatê dan.

Hemû axaftvan bang li civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê kirin da ku yekîtî û tifaqa xwe xurtir bikin.

Herwiha bang li Iraqê hate kirin ku bi erka xwe rabe, rê veke ku civaka Êzidî karibe xwe birêve bibe.

Wê di komxebatê de xurtkirin û berfirehkirina yekîtî û tifaqa Şengalê, xebatên ji bo vegera gel ya Şengalê, rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên îdarî yên Şengalê û gelek mijarên din yên girîng werin nîqaşkirin.

Back to top button