Şengal-Bi hezaran Êzidî li dijî êriş û xiyaneta PDK’ê meşiyan

Piştî çalakiyên rêzgirtinê û sekinandina jiyanê di ber danê êvarî de xelkê Şengalê ji bo biranîna qûrbaniyan herîkîn qadan.

Bi hezaran Şengalî bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Şengalê li navenda bajêr li hev kombûn

Piştî ku girseya gel li ber avahiya Meclisa Gel a Şengalê kom bû, ber bi sûka kevin ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de civaka Êzidî bi dirûşmeyan êrişa çeteyan û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

Meş li Sûka Kevin veguherî mitînge.

Li wir li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê, TAJÊ, Malbatên Şehîdan, YBŞ’ê û YJŞ’ê û Asayîşa Êzdîxanê axaftin hatin kirin.

Back to top button