Di salvegera 9. a Fermanê de xelkê Şengalê îro jiyan rawestandin.
Li gelek deverên Şengalê saet di 10:00 de ji bo qurbaniyan 3 deqeyan rêz hate girtin
Duh êvarê jî civaka Êzidî serdana gorên komî kirin
Xelkê Şengalê bang li raya giştî kirin ku ji bo parastina mafê wan xwedî helwest bin û qirkirinê bi fermî nas bikin.
Salvegera 9’an a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê bi 3 deqeyan rawestandina jiyanê destpê kir.
Li gelek deverên Şengalê saet di 10:00 de BI rêzgirtinê qurbaniyên fermanê hatin bîranîn.
Li navçeya Sinûnê li Çerxerêya Mam Zekî jiyan hate sekinandin.
Xwedêda Eliyas: Wê her sal ev merasîm were lidarxistin
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Eliyas piştî rêzgirtinê axivî.
Eliyas diyar kir ku biryara wan a Rêveberiya Xweser a Şengalê ye ku her sal di salvegera fermanê de ji bo bîranîna cangoriyên fermanê 3 deqeyan rêzê bigirin.
Xwedêda Eliyas: Bila gelê me xwedî li vê rojê derkeve
Xwedêda Eliyas got,
Em ti carî wê roja xiyanetê nedin jibîrkirin. Bila gelê me xwedî li vê rojê derkeve.”
Şengal-Dikan nehatin vekirin û gel derneket derve
Piştî merasîmên ji bo bîranîna cangoriyan li Şengalê jiyan bi temamî sekinî.
Welatiyan dikanên xwe venekirin û xelkê êzidî derneketin derve.