Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an

Du rojên din salvegera 9’an a fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê ye. Fermana ku bi sedan tê de bûn qurban û di gorên komî de li Şengalê hatin veşartin. Bi hezaran hatin revandin jî û bêhtirî xwe jin bûn ku heta niha jimareke mezin hîna di desteyê çeteyên DAIŞ’ê de ne.

3’ê Tebaxa sala 2014’an fermaneke nû bi ser Êzdiyên li Şengalê de hat.

Du rojên din salvegra 9’an a vê fermanê ye.

Di wê rojê de bi sedan hatin kuştin, bi hezaran hain revandin û malên wan hatin talankirin.

Tevî wan bi hezaran keç û jinên Êzidî rastî destdirêjiyê hatin, li bazaran hatin firotin û bi dehan cihên pîroz hatin hilweşandin û wêrankirin.

Wê demê Şengal di bin parastina 12 hezar pêşmerge û 6 hezar leşkerên Iraqê de bû.

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de ev 18 hezar pêşmerger û leşkerên Iraqê reviyan û gelê Êzidî bi tenê di nava pençên qirkirinê de hiştin.

Lê belê kesên ku bi hewara wan ve çûn YPG-YPJ û HPG’ê bû.

Bi destê wan bi hezaran ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

360 Hezar Êzidî di fermanê de mecbûrî koçberiyê man, beşeke ber bi deverên Başûrê Kurdistanê û beşê din ber bi Rojava û Ewropayê ve çûn.

Wê demê çeteyên DAIŞ’ê komkujî pêk anîn, bi sedan kuştin û di gorên komî de veşartin.

Niha li Şengalê 89 gorên komî hene û bi dehan jî gor hene.

Dewletên ku êrîşên li ser Şengalê wekî jenosîd bi nav kirin ev in:

Amerîka, Kanada, Awustralya, Îrlanda, Portekîz, Holanda, Brîtanya,

Belçîka, Luksembûrg, Almanya, Ermenistan, Skotlenda û Fransa.

Her çiqas van welatan ev êriş weke jenosîd bi nav kiribin jî, lê heta niha sûcdar nehatin darizandin û ev yek jî li dijî zagon û pîvanên navnetewî ye.

Ne tenê darizandina çeteyan, heta niha êriş û polîtîkayên qikirinê li ser civaka Êzidî tên meşandin û herkes bêdeng e.

Sûcên çeteyên DAIŞ’ê li wir sînordar neman, heta niha li dijî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kirinên xwe didomînin.

Ji bo wê, 10’ê Hezîranê biryar da ku çeteyên DAIŞ’ê darizîne.

Vê biryarê li gel kêfxweşiya gelê herêmê, dilê Êzidiyên ku êş û azar ji wan çeteyan dîtine xweş kir.

Back to top button