Putin û Xî Jinping ‘cîhaneke dader, demokrat û piralî’ parastin

Li bajarê Samerqend yê Ozbekistanê civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) deng vedide.
Lîderên welatên rojhilat li herêmê hev dibînin û gelek welat jî weke mêvan bejdar bûn.
Piştî vîrûsa Corona cara yekeme alî rû birû tn pêşberî hev.
Di dema civîna navbera Serokê Rûsya Putin û Serokê Çînê Xî Jînping de, aliyan cîhaneke dadwer, demokrat û piralî parastin.

Li bajarê Samerqend yê Ozbekistanê lîderên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) li hev civiyan.

Ev yekem civîneku piştî êrişa şerê li Ukrayna û cezayên welatên rojavayî ser Moskowê, Rûsya bi hevalbedên xwe re dicive.

Di rojeva lûtkeyê de, nakokiyên Rojava-Rûsya hebû.

Kremlin hewl dida asta têkçûna Rojava ya ji bo îzolekirina Rûsyayê nîşan bide.

Ev meyl di daxuyaniyên rayedarên rûsî û di raporên medyaya dewletê de ku danberheva di navbera SCO û G7 de ya pêk hatî de hate eşkerekirin.

Di analîza RIA Novostî ya ajansa dewletê ya Rûsyayê de hat destnîşankirin ku SCO ji grûba welatên mezin ên pîşesazî girîngtir e, dikare biryar bide û bandorê li siyaseta navneteweyî bike.

Rûsan bi NATOyê re jî danberhev kirin û diyar kirin ku SCO ‘nîvê nifûsa cîhanê’ dihewîne û şiyanên aborî û leşkerî yên welatê wan ‘bê hempa’ ne.

Ev îşaretên ku Kremlîn hewl dide bi hêz bike, di rojeva roja yekem a lûtkeyê de jî cih girt.

Di lûtkeyê de, bi hevdîtina Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin û hevkarê wî yê Çînê Xî Jînping û bi beşdariya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku welatê wî peymana fermî ya tevlîbûna SCO’yê îmze kiribû, ‘cejneke’ taybet derket pêş.

Putin di hevdîtina xwe ya bi Xi re, bertekên xwe yên li dijî nakokiyên di navbera Waşîngton û Pekînê li ser mijara Taywanê de anî ziman.

Lîderan cîhaneke dadwer, demokrat û piralî parast.

Putin: 80 şirketên Rûsya wê serdana Tahranê bikin

Putin di hevdîtina xwe ya li gel Serokomarê Îranê de asta peywendiyên dualî bilind nirxand û got:

Rûsiya ji bo pêşde birina rêya Îranê ya ji bo tevlîbûna Rêxistina SCOyê dixebite.

Serokê Rûsyayê ragihand, şandeke mezin ku ji nûnerên 80 şirketên mezin ên rûsî pêk tê dê hefteya bê serdana Tehranê bike.

Serokomarê Îranê ji aliyê din ve bal kişand ser wê yekê ku Tehran tu carî beşdarî cezayên li dijî Moskowê nabe.

Back to top button