Îtalya.. Ji ber lehiya li Ancona 7 kes mirin

Li parzemîna Ewropa piştî şewatên bibandor niha jî barana zêde rewş nearam kiriye.
Li Îtalya ji ber barana zêde ya veguherî lehiyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ajansa ANSA ya Îtalyayê, li herêma Marche ya li rojhilatê welêt barana zêde bû sedema lehî.

Ekîbên agirkujiyê xwe gihandin cenazeyê 7 kesan.

Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarok jî hene.

Ji ber lehiyê kuçe û kolanên niştecihên wek Otra, Trecastelli û Senigallia cih bi cih bi av û heriyê hatin girtin.

Kal û pîrên ku di hin nuqteyan de di rewşeke zehmet de bûn ji aliyê îtfaiyeyê ve bi botên biçûk hatin rizgarkirin.

Ji ber rewşa li heêmê tîmên alîkariyê ji bajarên din bo herêmê hatin veguhestin.

Hat diyarkirin ku li herêma ku felaketa lehiyê pêk hat, di nav 2-3 saetan da 420 milîmetro baran barî.

Di vê navberê de hat diyarkirin ku Serokê Daîreya Parastina Sivîl Fabrizio Curcio çûye herêma Marche ya ku lehî lê rabûyî.

Back to top button