MSD’ê…Foruma şewrê bi amadebûna 80 delegeyên ji herêmê didome

Di berdewamiya rêze foruma şêwrê de ku ji aliyê Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk ve hatiye lidarxistin,
Îro li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan kesayetên ji herêmên cuda yên Sûriyê, xebatên Desteya Şêwirmendiyê ya Qamişlo hate destpêkirin.

Di forumê de nêzîkî 80 delege û kesayetiyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Di çarçoveya xebatên forûmê de endama Komîteya Amadekar a Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk Canda Mihemed derbarê giringiya formê de axaftina destpêkê kir.

Derbarê xala duyem de, çalakvana siyasî Îman Xelîf bi xwendina gotarekê li ser yekrêziya niştimanî û li ser naverok û mijarên civînê gotûbêj kir.

Di roja duyemîn û dawî ya forumê de, dê kaxeza nenavendîbûnê were pêşkêşkirin.

Her wiha piştre deriyê gotûbêjê ji kesên hazir re were vekirin da ku li ser girîngiya nenavendîbûnê gotûbêj bike.

Back to top button