KNK: Jinan bi têkoşîna xwe li Rojava, şoreşa jinê pêk anî

Komîsyona Jinan a KNK’ê jî, ev roj li hemû jinan pîroz kir û ji bo parastina destkeftiyan, banga bilindkirina têkoşînê li jinan kir.

8’ê Adarê, ji aliyê Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî hat pîrozkirin.

KNK’ê diyar kir ku desthilatdaran her tim bi kolekirina jinê, tevahiya civakê ji bo berjewendiyên xwe weke amûrekê bi kar anî û destnîşan kir, heya jin azad nebe, civak jî dê azad nabe.

KNK’ê şoreşa Rojava wek şoreşa jinê pênase kir û ji bo mayîndekirina deskeftiyan, banga bilinkirina têkoşînê li jinan kir.

Back to top button