Agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê weke agirbestên beriya xwe hat binpêkirin û rejîmê du herêmên din bi dest xistin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku piştî bêdengî û aramiyekê, rejîma Sûrî gundên li başûrê Idlibê topbaran kirin.
Her wiha bêyî ti şer derkeve, rejîma Sûrî li gundewarê Kefer Nubilê herêmên Me’ara Moxis û Birêc kontrol kirin û çeteyên dewleta Tirk vekişiyan.