Zeyta zeytûnan a Efrînê ji alî bazirganên Tirk ve li Ewropayê tê firoatin

Dewleta Tirk a dagirker zeyta zeytûnan ku li Efrînê dizîne, ji aliyê bazirganên xwe li dewletên Ewropayê difroşe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li kantona Efrînê zeyta zeytûnan dizîbûn û şandibûn Tirkiyê, niha bi rêya bazirganan bi qaçaxçîtî dişînin dewletên Ewropayê.

Çavkaniyên taybet ji Almanyayê ji ANHA’yê re diyar kirin ku zeyta zeytûnên Efrînê ji aliyê bazirganên Tirk ên li dewletên Ewropayê ve bi taybet li Spanya, Bulgarîstan û Almanya tê firoatin

Çavkaniyan destnîşan kirin ku her 16 lître zeytê bi 110 Euro difroşin.

Çavkaniyan teqez kirin ku torên istixbaratî yên dewleta Tirk yên li welatên Ewropî  derbaskirina zeytê hêsan dikin û bi awayekî veşartî alîkariya bazirganan dikin da li gorî nirxê hatiye diyarkirin bifroşe Sûriyên li Ewropayê.

Li aliyekî din, şêniyên Efrînê diyar kirin  ku artêşa Tirk û çeteyên wê piştî ku mewsimê zeytûna û zeyta wê talan kirin şêniyên din neçar kirin ku berhemên xwe bi erzan bifroşin baziragnaên girêdayî Tirkiyê û çeteyên wî.

Şênî jî neçar man ku her tenekeyeke zeytê tenê bi 17 hezar lîreyên Sûrî bifroşin.

Back to top button