YE ambargoya petrolê ya li ser Rûsya erê kir

YE di şerê li Ukrayna de, piştevaniya xwe ya bo wî welatî bi cezayên li ser Rûsya re nîşan dide.
Serokên yekîtiyê di civîna Brukselê de li hev kirin ku heta dawiya salê ji sedî 90 nefta Rûsyayê kêm bikin.

Serokên Yekîtiya Ewropayê piştî nîqaşên bi hefteyan li hev kirin ku ambargoya petrolê li ser Rûsyayê ferz bikin.

Seroka Komîsyona YE’yê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YE’yê Charles Michel têkildarî lihevkirina serokên welatên endamên YE’yê yên ku heta derengiya şevê li Brukselê di civînê de bûn ragihandin.

Von der Leyen di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da diyar kir ku bi vê peymanê heta dawiya vê salê îthalata petrolê ya ji Rûsyayê bo YEyê ji sedî 90 kêm dibe.

Von der Leyen got,

“Ez kêfxweş im ku serokên dewlet û hikûmetên ye karîbûn di prensîbê de li ser pakêta şeşemîn a cezayan li hev bikin.

Ev yek dê heta dawiya salê îthalata petrolê ji Rûsyayê bo YEyê ji sedî 90 kêm bike.”

Michel jî bi peyameke ser hesabê xwe yê Twîtterê ev yek piştrast kir.

Bi vê lihevkirinê, YE plan dike ku tenê bi rêya deryayê îtxalata petrolê rawestîne.

Îxalata ji Rûsyayê bi rêya boriya petrolê wê dewam bike.

YE ji sêyan duyê petrola xwe bi rêya deryayî ji Rûsya dikire.

Macarîstanê bi hefteyan teqezî li ser girêdayîbûna xwe bi petrola Rûsyayê re nîşan dida.

Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban diyar kir ku eger êrîşeke muhtemel a li ser xeta boriyê çêbibe, dibe ku sewqiyata petrolê ya welat ne pêkan be û di vî warî de temînat xwest.

Macarîstan jî ji bo veguhertina binesaziya xwe ya petrolê ji YEyê daxwaza alîkariya aborî dike.

Komisyona YE yê plan kiribû ku di 6 mehan de hinartina nefta xav ji Rûsyayê bidawî bike.

Ev yek ji bo maceristan û Slovakya jî heta 20 mehî dem hatibû diyaririn.

Li gorî daneyên saziya ramanê ya YE Bruegel, welatên yekîtiyê rojane bi buhayê 450 milyon euro neft û 400 milyon euro gaza xwezayî ji Rûsyayê dikirin.

YE: Alîkariya aborî ya bo Ukrayna wê bidome

Rêberên Yekîtiya Ewropî li hev kirin ku alîkariya darayî ya ji bo Ukraynayê ligel toleyên li dijî Rûsyayê bidomînin.

Li gorî vê, YE plan dike ku heta dawiya salê nêzî 9 milyar euro alîkariya Ukraynayê bike.

Bi vê alîkariya darayî tê plankirin ku meaşên teqawidiyan bê dayîn û nexweşxaneyên li Ukraynayê li ser lingagan bêne girtin.

Back to top button