Osetya Başûr referanduma endambûna Rûsyayê betal kir

Li herêmên sînorê Rûsya, cudaxwazên heyî yek bi yek girêdana xwe ya bi Rûsya re nîşan didin.
Piştî cudaxwazên li Ukrayna, niha jî yên li Gurcistanê jî xwe ji bo serxwebûnek nêzî Moskow amade dikin.
Li Osetyaya Başûr ku Rûsyayê di sala 2008’an de serxwebûna wan nas kir, referandûma tevlîbûna Rûsyayê ya ku dihat plankirin 17’ê Tîrmehê pêk were, hat betalkirin.

Osetyaya Başûr ya Gurcistan wê weke xaka xwe dibîne, dibin kontrola Rûsyayê de ye.

Referandûma ku dihat plankirin 17ê Tîrmehê ji bo tevlîbûna Rûsyayê pêk were hat betalkirin.

Di biryarnameyekê de ku doh hat dayîn, desthilatdar Alan Gagloyev sedema betalkirina referanduma ku ji hêla pêşiyê wî ve hatî plan kirin “nezelaliya encamên qanûnî” rave kir.

Di biryarnameyê de hat gotin “Li ser mijarên ku bandorê li maf û berjewendiyên rewa yên Federasyona Rûsyayê jî dike, biryara referandûmê ya yekalî nayê qebûlkirin.”

Serokê berê yê Osetyaya Başûr Anatoli Bibilov ji bo endambûna Rûsyayê referandumek amade kiribû.

Referandûm ji aliyê serokê berê yê herêmê Anatoli Bibilov ve hatibû plankirin.

Lê, di hilbijartinên serokatiyê yên navneteweyî de ku di destpêka Gulanê de nehatin naskirin, Bibilov li hember hevrikê xwe Alan Gagloyev têk çû.

Tevî ku Gagloyev dilxwaziya xwe ya tevlîbûna Rûsyayê nîşan da jî, biryara referandumê weke “zû” bi nav kir.

Moskova ku ji ber êrişa ser Ukraynayê rastî zextên navneteweyî hat, ji ber dema xwe bi germî nêzî referandumê nebû.

Gelek siyasetmedar û dîplomatên rûs jî li ser vê mijarê fikarên xwe anîbûn ziman.

Gagloyev ku di hilbijartinên meha Gulanê de bi ser ket, plan dike ku bi Moskowê re li ser gavên ji bo entegrasyona herêmê bi Rûsyayê re bên avêtin, nîqaş bike.

Di şerê Rûsya û Gurcistanê ya 2008 de, Gurcistanê bi temamî kontrola Osetyaya Başûr û Abxazyayê ji dest da.

Rûsyayê bi hezaran leşker wek dewleteke parêzvan şand herêmê û her du herêmên ku serxwebûna xwe ji Gurcistanê ragihandibûn wek dewletên serbixwe nas kir.

Her du herêm ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve girêdayî Rûsyayê ne.

Back to top button