MSD: Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze qeyîranên xwe veşêre

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD jî bi daxuyaniyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesazî û cihên jiyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Meclisa Sûriya Demokratîk diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe binesaziya herêmê bêserûber bombebaran dike û got:

Kargeh û cihên jiyanî bi awayekî dijminane û hovane dike hedef.

Di êrişan de gelek welatiyên sivîl şehîd û birîdar bûn.

Ev yek binpêkirinên eşkere dijî pîvanên navnetewyî û mivovî ne.

Dewleta Tirk pirsgirên xwe yên hundirîn, alozî û qeyranên ku dijî dixweze bi riya van êrişan veşêre..

Meclisa Sûriya Demokratîk bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên dijminane yên Tirkiyê bide seknandin.

Her weha bang li hêzên garantor yên li herêmê kir ku gavê bavêjin, heseb ji sûcdaran bixwazin û rêzgirtina li serwerî û sînorên welatên cîran bikin.

Meclîsê bang li hemû gelên Sûriyê jî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek û erka xwe ya neteweyî pêk bînin.

Rêveberiya Xweser: êrişên li ser sivîlan sûcekî şer e

Back to top button