Rêveberiya Xweser derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê daxuyaniyek da û got:
”Gef û êrişên li dijî herêmê aliyekî wan a tolhilanînê heye, ji ber ku dewleta Tirk di projeya xwe û ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê de bi bin ket.”
Rêveberiya Xweser di daxwiyaniyê de got:
Em bi tundî gefên dewleta Tirk red û şermezar dikin.
Ev gef reva ber bi pêş ve, paşguhkirina rastiya heyî ya li Tirkiyeyê û xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê ye.
Ev gefên li dijî herêmên me bandoreke neyênî li dijî çalaki yên li dijî DAIŞ′ê û şaneyên wê dike.
Tu kes ji van gefan sûdê wernagire.
Her wiha pêkanîna rewşa aloziyê cureyek ji pêkanîna bêîstîqrariyê ye û ev yek jî armanca sereke ya dewleta Tirk e.
Hedefgirtina avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandorên neyênî li ser rewşa debarê ya giştî û mirovî bîne.
Divê her aliyekî li Sûriyeyê xwedî rol e, xwedî helwestên cidî bin û van gefan sînordar bikin.
Em bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî, saziyê navneteweyî, hiqûqî û mirovî, helwestên cidî nîşan bidin.