Şêniyên Dêrazorê: Em li kêleka QSD’ê ne

Şêniyên Dêrazorê destnîşan kir ku divê hesab ji fesadan û ji kesên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, bê pirsîn.
Şêniyan got :
“Emê bi hevgirtina xwe li hember hemû hawildanan bisekinin.”

Mihemed El Ebdullah ê ji bajarokê Sewr diyar kir ku fitneya ku di demê dawî de derketin bi armanca têkbirina aramiya herêmê bûn û got:

”Em sekna xwe ya li hember van hewldanan nîşan didin, ev hewildan ji aliyê hêzên derve ve û bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk in.

Em li dijî fîtne û kiryarên terorîst li kêleka QSD’ê ne û heta pêkanîna aramiyê em ê li pişta hêzên xwe bin. ”

El Ebdullah di dawî de destnîşan kir ku bûyerên li Dêrazorê ji aliyê ajandeyên derve ve hatin birêvebirin û wiha dawî lê anî :

”Bi saya hevgirtina gel û QSD’ê ev plan hatin têkbirin û em ê hesabê ji fesadan bipirsin.”

Ezawî El Herbî jî derbarê heman mijarê de got:

“Em hemû destwerdanên ji derve di serî de milîsên Îranê û dewleta Tirk a dagirker û mudaxeleyên hikumeta Şamê red dikin.

Em li kêleka QSD’ê ne ji ber ku wê aramiya herêmê pêk anî û şêniyên herêmê ji bindestiyê rizgar kirin.”

Xelkê Dêrazorê piştgirî da Rêveberiya Xweser

Back to top button