Xelkê Dêrazorê piştgirî da Rêveberiya Xweser

Şêniyên Dêrazorê diyar kirin ku li dijî hemû hewldan û planên tevliheviyê ew bi Rêveberiya Xweser re ne.

Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê bi beşdariya bi sedan şênî, rûspî û nûnerên meclisan meşek li dar xist.

Piştî meşê li Çerxerêya Delê ya bajarokê Kesra mîtîngek li dar ket.

Di mîtîngê de rûspiyê êla El Ibêdat Ziyab El Çeylat daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de komployên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ên ji bo têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de, hatin şermezarkirin.

Helwesta xelkê herêmê û berpirsyariya wan ya li dijî fitne û tevliheviyan hate silavkirin.

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku xelkê herêmê bi Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî re ne û dev ji projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan bernadin .

Back to top button