Tûtina gundê Kersê ya Şengalê li tevahiya herêmê navdar e

Li Şengalê werza tûtinê ye.
Yek ji qada vê bihuştê jî gundê kersê ye ku navê wê ji keskahiyê tê. Gundê Kersê yê Şengalê bi çandiniya tûtinê tê naskirim û li tevahiya herêmê navdar e.

Li gundê Şengalê ya Kersê werzê tûtinê dest pê kir.

Gundê Kersê yê Şengalê bi çandiniya tûtinê tê naskirim û li tevahiya herêmê navdar e.

Kersê gundekî li nava newalê ye û cihê çandiniyê jî bi temamî li pala newalê ye.

Gundiyên Kersê diyar dikin ku ne ji hezkirina xwezayê bûya, ne hêsane ku li pala vî çiyayî çandinî bê kirin.

Lê ji bo civaka Êzidî xweza pîroz e. Mijûlbûna bi xwezayê re jî karê eşq û azweriya li beramberî axa wana ye.

Mam Xelîl yê ji gundê Kersê ê temenê wî 50 saliye behsa zehmetiya karê xwe kir û got ” ji bo ku Tûtina me tûtineke xweşe û navdar e em dixwazin vê çanda bav û kalan biparêzin.”

Her wiha Mam Xelîl dema bi behsa çêkirina tûtinê dike, zane ku cixare tiştekî baş nîne û dibêje:

“Divê ciwan cixarê venexwin. Lê ger wê vexwin bila ne ya biyaniyan be.”

Back to top button