Li gundê Merenaz a Şera di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de şer derket

Li gundê Merenazê yê navçeya Şera şerekî giran di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de derket.

Çavkaniyan diyar kirin ku li gundê Merenazê yê navçeya Şera ya Efrînê ku di bin serweriya hêzên hikûmeta Şamê de ye, şerekî bi çekên giran di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de rû da.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan hewl dan bi dizî derbasî mizgefta gund bibin, lê ser bersivdayîna hêzên hikûmeta Şamê şerekî bi çekên giran di navbera herdu aliyan de derket.

Hate ragihandin ku di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Back to top button