Yûnanistan: Em ji bo hemû rewşên muhtemel amade ne

Hikûmeta Yûnanistanê da zanîn ku ew ji bo berjewendiyên xwe yên netewî biparêze, ew ji bo çi şerekî bi dewleta Tirk re amade ye.

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Yûnanistanê Alkiviadis Stefanis di axaftina xwe ya ji çapemeniyê re, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê, Hulusi Akar tawanbar kir ku gefê li Yûnanistanê dixwe.

Alkiviadis Stefanis got:

“Hulusi Akar gefê li me dixwe û di heman demê de banga diyalogan dike.

Em ji bo diyalogan amade ne û ji bo hemû rewşên muhtemel yên di dema pêş de jî amade ne, em natirsin, ji ber ku em hêza xwe nas dikin.”

Ev demek e dewleta Tirk li Deryaya Spî li beravên Qibrisê vekolandina petrolê didomîne.

Qibris, Yûnanistan û Yekîtiya Ewopayê jî bertekên tûj nîşanê vê yekê didin.

Back to top button