Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina lûtkeya erebî de, îro yekşemê bi tevlîbûna şandeya hikumeta Şamê, meclisên aborî û civakî yên Komkara Erebî civiyan.
Li gorî Sanayê şandeya hikumeta Şamê ji alîkara wezîrê aborî û bazirganiya derve Raniya Ahmed, rêveberê rêveberiya karûbarên erebî Riyad Ebas û rêveberê têkiliyên navdewletî Enes El-Biqayî pêk tê.
Çarşema borî şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdil-Ezîz, bi fermî serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed vexwend lûtkeya erebî.
Lûtkeya erebî dê 19’ê Gulanê li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî bê lidarxistin.
Hefteya borî Komkara Erebî, biryara vegera Sûriyê li nav Komkarê pejirandibû û piştî 12 salan Esed yememîn car dê beşdarî lûtkeya erebî bibe.