HRE: Di çalakiyên Ezaz û Efrînê de 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê Li herêmên Efrîn û Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin.
Di çalakiyan de 9 çete hatin kuştin.

HRE’ê bi daxuyaniyeke ragihandin ku di çarçoveya pêngava tolhildanê de hêzên wan li heremên Ezaz û Efrînê rêzeçalakiyên sabotajê lidarxistine.

Li gorî daxuyaniya HRE’ê,

8’ê Kanûnê Hêzên Rizgariyê di navbera gundên Meydankê û Gemrukê yên bi ser navçeya Şera de li dijî çeteyên bi navê Sultan Mûrad çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Heman rojê hêzên rizgariyê nêzî gundên Beradê û Kefer Nebo yên bi ser navçeya Şerawa, li dijî çeteyên Feylaq El-Şam çalakiyeke sabotajê li dar xistin.

Di vê çalakiyê de qasî ku hat zelalkirin, çeteyekî Feylaq El-Şam hat kuştin û yek jî birîndar bû.

9’ê Kanûnê jî hêzên rizgariyê li derdora herêma Ezazê li dijî çeteyên bi navê Firqat El-Hemze çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Di vê çalakiyê de jî 5 çeteyên Firqat El-Hemze hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button