Zarokên Binarê Qendîlê komkujiya Til Rifetê şermezar kirin

Zarokên gundê Kuzîne yê Binarê Qendîlê komkujiya Til Rifetê ku bi destê dewleta Tirk pêk hatibû şermezar kirin.

Xendekarên gundê Kuzînê yê Qendîlê ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifetê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrîşa dewleta Tirk ne tenê li dijî zarokên Rojavayê Kurdistanê, li hemberî hemû zarokên Kurd e.

Xwendekaran bêdengiya rêxistinên navnetewî ya li dijî komkujiyê jî şermezar kirin û weha gotin:

“Çav girtina rêxistinên mafên mirovan ya ji komkujiyên dewleta Tirk re, cihê şermezariyê ye. Em van komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ji bîr nakîn û wê hesabê wê were xwestin.”

Çalakiya zarokan bi sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bimre dagirkerî’ û ‘Bijî Kurdistan’ bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button