Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku genimê depoya Şergirkakê talan bike, li Girê Spî derketina derve qedexe kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî derketina derve qedexe kirin.
Hat diyarkirin ku ji bo bi hezaran ton genimên di depoyên Şergirakê de talan bikin û veguhezin sînorê Tirkiye, qedexeya derketina derve hatiye derxistin.
Talana dewleta Tirk a dagirker
Li Efrînê darê zeytûnan hatin qûtkirin
Li Efrînê jî çeteyên dewleta Tirk darên zeytûnan qut dikin û weke êzingan difiroşin.
Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku çeteyên artêşa Tirk lîtreya mazotê bi 700 lîreyên Sûriyê difiroşin şêniyan.
Her wiha êvarê saetekê kehrebeyê didin û heftane 1000-1500 lîreyên Sûriyê ji wan distînin.
Çavkaniyan diyar kir ku 6 nanên xwarinê bi 300 lîre difiroşin û ji ber biha ye gelek kes li malê nan çêdikin.