OHD: Şaredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tedbîr negirtin

Şaxa OHD a Rihayê rapora xwe ya têkildarî lehiya 15’ê adarê ya li Riha û Semsûrê eşkere kir. Di raporê de hate gotin tevî hişyariyan jî şaredarî û AFAD’ê tedbîr negirtin û rê li ber karesateke mezin vekirin.

Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn.

Rapor ji aliye Berdevka Komîsyonê, Ayşe Demîrel ve hate xwendin.

Demîrel bi bîr xist ku di encama lehiye de li Semsûr û Rihayê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di 27’ê Adarê de dîsa lehî rabûn û bûn sedema ziyanên madî.

Demîrel bal kişand ser rapora Kêmkirina Rîska Karesatê ya 2021’an û wiha domand:

“Di raporê de ji bo çeman hişyarî dihat kirin. Çemên Cav-şak Kara-koyun, Ak-pinar Mance û Sirrin di baranê de rabûn.

Şaredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tu tedbîr negirtin.

Guh nedan raporan û ji ber bê-tedbîriya wan, barana zêde veguherî karesatê.”

Back to top button