Li Dêrazorê mayînek teqîya- 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin

Li Çolistana Dêrazorê 3 mayîn teqiya. Di encmê de 2 leşkerên Hikûmetê û 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hêzên Hikûmetê û çeteyên dewlet Tirk a dagirker li herêma Bêçek bi çekên giran navendên hev dan ber topban.

Duh li Çolistana Dêrzorê 4 şivanên pez tevî pezên xwe ji ailiyê çeteyên DAIŞ’ê hatin binçavkirin.

Çavdêriya Mafên Miorvan a Sûriyê ragihand ku hêzên Hikûmetê derketin çolistanê da ku li şivanan bigerin.

Di lêgerînê de mayînek ji bermahiyên şer bi erebeyek hêzên hikûmetê de teqiya.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li aliyê rojavayê çolistana Dêrazorê jî 2 mayînên ji bermahiyên şer bi kesên ku li kîvkaran digeriyan, teqiya.

Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên hikûmetê û çeteyan navendên hev dan ber topan

Li herêma Bêçek şer û alozî dewam e.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku vê sibê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam navendên hêzên hikûmetê yên li gundewarê rojavayê Helebê dan ber topan.

Hêzên hikûmetê jî bi heman rengî gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.

Duh jî di topbarana çeteyan a li rojavayî Helebê leşkerekî hikûmetê hatin kuştin.

Back to top button