Îlham Ehmed: Tirkiyê li ser navê mexdûrên erdhejê çekan digire

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku Tirkiyê li ser navê mexdûrên erdhejê çekan digire û got:” Tirkiye çekên ku digire tenê li dijî kurdan bi kar tîne, Guhertineke di hilbijartinê de dikare bibe sedem ku aştiyeke mayinde pêk were û Tirkiye ji axa welatên cîran vekişe”.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed êrişên li ser gelê kurd, bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrişan û hilbijartinên nêz dibin, têkoşîna jinên kurd nirxandin.

Îlham bi lêv kir ku dewleta Tirk li beramberî kurdan her dem siyaseta qirkirin û tunekirinê bi rêve biriye û got:

Ji avabûna Komara Tirkiyê heya niha heman siyaset bi rê ve biriye.

Li ser rojava hewldanên qirkirnê berdewam kiriye.

Mijar ew e ku Tirkiye naxwaze li tu deverê kurd bibin xwedî maf.

Tirkiye li ser navê mexdûrtiyetê çekan ji NATO’yê digire.

Îlham Ehmed: Guhertinek di hilbijartinê dikare bibe sedema aştiyeke mayinde

Îlham Ehmed da zanîn ku dewletên serdest ên li Kurdistanê hukum dikin, her çiqas bi hev re bi nakok bin, lê li beramberî kurda xwedî heman siyaset in û wiha domand:

Zihniyeta dewletên serdest ên li Kurdistanê heman e.

Di der barê hilbijartinên di 14’ê Gulanê de jî Îlham dibêje:

Guhertineke di hilbijartinê de dikare bibe sedem ku aştiyeke mayinde pêk were û Tirkiye ji axa welatên cîran vekişe.

Îlham Ehmed: Tirkiye çekên ku digire tenê dijî Kurdan bi kar tîne

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku Tirkiye çekên ku digire tenê li dijî kurdan bi kar tîne û got:

Tirkiye bi milyaran pere ji welatê Ewropayê digire.

Qaşo pêwîst e penaberên Sûriyê xwedî bike, lê ya rast ew e ku Tirkiyê her çek û cebilxane ji çeteyan re şand û gelên li Sûriyê ji axa wan derxistin û koçber kirin.

Ev hemû bi pereyê alîkariyê kir.

Îlham Ehmed: Tirkiyê ji hêz û çalakbûna jinan ditirse

Îlham destnîşan kir ku rayedarên Tirk gotibûn ku tevgera kurdan tevgera jina ye, bi vê şêwazê jin kirin armanca êrîşên xwe û wiha bi dawî kir:

Tirkiye ji fikirandin, hêz û çalakbûna jinan ditirse.

Hêza xweparastinên xweser, bûye garantiya parastina jinan.

Divê jin zane be û di her qadê de çalak be.

Back to top button