60 Darên zeytûnê li Efrînê li ser destê çeteyan hatin birîn

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrîniyan roj bi roj zêdetir dibe û kes dengê xwe nake. Çeteyan 60 dar li Efrîn birîn û êşkence li welatiyek temen mezin kirin.

Efrîn POST ragihand ku çeteyên El-hemzat 15 darên zeytûnê yê welatiyê bi navê Ebdurheman Betal birîn.

Li gundê Bablêt jî, çeteyan 45 darên zeytûnê yên milkê welatiyê bi navê Şêx Ebdulqadir birîne.

Piştî ku êşkence li welatiyekî temen mezin kir, pereyên bi wî re jî dizîn

Li aliyekî din, çeteyekî êşkence li weltiyê temen mezin Mihemed Dawid ê 75 salî kir.

Hate diyarkirin piştî ku çete êşkence li Dawid kir, nêzî hezar û 500 dolrî û 2 hezar LT yên bi Dawid re bûn dizîn.

MÎT’a Tirk 5 kesên ji heman malbatê revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyê jî da zanîn ku MÎT’a dewleta Tirk jineke Efrînî a bi navê Dîcle Bekir tevî 4 zarokên wê li Istanbûlê revand.

Rêxistinê diyar kir ku şertê berdana wan jî ew e ku birayê jina revandî yê ku niha li Şehbayê bi cih bûye, sîxuriyê ji MÎT’ê re bike.

Back to top button