Prof.Paech: Destê rejîma Erdogan gihîştiye zanîngeha min

Prof. Norman Paech astengiya Rektoriya Zanîngeha Hambûrgê ya li pêşiya konferansa ‘Em cîhana xwe dixwazin’ şermezar kir û got: “Destê rejîma Erdogan gihîştiye zanîngeha min ku salên dûr û dirêj lê dixebitim.”

Konferansa 4’emîn a ‘Em cîhana xwe dixwazin’ wê di 7-9’ê Nîsana 2023’an de bihata lidarxistin.

Lê belê destpêka vê hefteyê, bi hewldana Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, Rektoriya Zanîngeha Hambûrgê astengî danî pêşiya konferansê.

Komîteya Xwendekaran a Giştî ya Zanîngeha Hambûrgê, Tevna Lêgerînê ya Alternatîf û Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re” wê bihata lidarxistin.

Prof.Paech anî ziman ku biryara astengkirina konferansê bi daxwaza dewleta Tirk hatiye dayin û got: “Diyar e destê dirêj ê rejîma Erdogan gihîştiye zanîngeha ku bi salan lê xebitîm.

Konferansên bi navê ‘Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst’ heta niha di salên 2012, 2015 û 2017’an de pêk hat û li nava cîhana zanistiyê ya alternatîf deng veda.

Back to top button