Bedran Çiya Kurd: Civîna çaralî windakirina demê ye

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, civîna çaralî weke windakirina demê pênase kir û got: “armancên her dewletekê li gorî siyaser, ewlehî û aboriyê cuda ne”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, helwesta Rêveberiya Xweser derbarê civîna çaralî de, eşkere kir.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinan li Tirkiye û dijwariya rewşa wê ya hundirîn, ev civîn hewldaneka destekdayîna Erdogan û hikumeta wî ye.

Çiya Kurd got:

“Çi lihevkirinek di civînên wiha de pêk were, dê bi xwe re rewabûneke siyasî bide dewleta Tirk a dagirker.

Çiya Kurd: Ev civînên biguman girêkkirina krîzê ne

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ev civîn bi windakirina demê pênase kir û got:

Ne pêkan e ev civînên biguman bi xwe re çareyeke siyasî bînin ku mafên hemû sûriyan pêk bînin.

Lê belê dê rewşa heyî girêktir bike û bibe sedema wêraniyê.

“Divê normalîzekirin li gorî biryarên navneteweyî bin”

Çiya Kurd wiha domand:

“Em bi nêrîna vekişîna dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re ne. Divê çi xebateke lihevkirin û normalîzekirinê li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên birêxistinkirî de bin. Ji bilî wê ew rawekirina dagirkirinê ye.

Diviyabû rejîma Sûriyê li hundir vegere û deriyên diyaloga rasteqîn bi hemû etnîkên Sûriyê re veke.

Wê ev gav jî bibe gava ber bidawîkirina dagirkirî û kirîzê.

Çiya Kurd: Sûriye venagere beriya 2011’an

Bedran Çiya Kurd teqez kir ku rewşa heyî ya li Sûriyê venagere beriya 2011’an, ji ber hemû Sûriyî bi hêvîya pêşerojeke baş in ku mafên wan werin misogerkirin.

Çiya Kurd: Bêyî erêkirina Sûriyan normalîzekirin pêk nayê

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd wiha dawî li gotina xwe anî:

“Çi xebateke normalîzekirinê ku xwe nespêre helwestên sûriyan û rewşa heyî, dê ji nû ve nakokî û rewşa Sûriyê vegerîne destpêkê û temenê krîzê dirêjtir bike.

Back to top button