Piştî 3 mehan QSD’ê û Rûspiyan 3 êl li hev anîn

Têkiliyên Giştî yên QSD’ê yên Herêma Cizîrê û rûspiyên kantona Qamişlo 3 êl li hev anîn.

Di li hev anînê de, bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê û rûspiyên êlên ereb û kurd, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, kesayetên civakî, Têkiliyên Giştî yên QSD yên Herêma Cizîrê û rûspiyên êlên ereb û kurd amade bûn.

3 êlên li Til Birakê, yên El Bû Xetab, El Bû Mehna û El Cehîş bi merasîmekê li hev anîn.

Di merasîma lihevanînê de, endamê Meclisa Qebîleya El-Cebûr şêx Ekrem El Mehşûş axivî û lihevhatina êlan û bidawîkirina nakokiyê, pîroz kir.

Endamê Meclisa Navçeya Holê ya QSD’ê Ehmed El-Deran jî axivî û spasiya rûspiyan kir.

Dawiya merasîmê, her 3 êlan peymana lihevanînê îmze kir.

Back to top button