Jinên Minbicê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir

Çalakî û nerzaîbûnên li dijî êrişan jî bê navber dewam dikin Kombûna Jinan a Zenobya li Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir. Li Dêra Zorê jî meşek hat lidarxistin.

Li dijî êrişên dagikeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê hêrsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Kombûna Jinan a Zenobya li Minbicê êrişên li ser herêmê û bi taybetî êrişên li ser Minbicê ku di encamê de dayîkek û zarokê jiyana xwe ji dest da, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Bi beşdarîya nûner û endamên jin ên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr li pêşiya avahiya nivsîgehê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina berxwedana gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk êrişî herêmê dike.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser armanca dewleta Tirk ji van êrişan û ev yek hat gotin:

“Dewleta Tirk bi êrişên xwe ku komkujî li dijî sivîlan pêk anîn, hovîtiya xwe isbat kir. Dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên ku parastina mafên mirovan dikin hat şermezarkirin.

Şêniyên Dêra Zorê li dijî êrişên li ser herêmê meşiyan

Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û bêdengiya civaka nevneteweyî meşiyan.

Bi sedan şêniyên Dêra Zorê, endamên saziyên sivîl û rûspî û şêxeşîr tevlî meşê bûn.

Piştî meş vguherî mitîngê, daxuyanî ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî ve hate dayin.

Di daxuyaniyê de bang li Civaka navnetewî hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê rawestînin.

Back to top button