Nûnerê Emerîkî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweserkir

Cîgirê nûnerê Emerîkî yê taybet yê Sûriyê Matt Borell serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Matt Borell ji hêla hevserokê Daîreya Têkiliya Ebdilkerîm Omer û her du cîgirên wî Fener Giêt û Ebîr Êlya ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, rewşa aborî ya di encama dorpêça li ser herêmê û girtina deriyê Sêmalka de hate nîqaşkirin.

Ebdilkerîm Omer di civînê de bal kişand li ser êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê ku rê li pêşiya zindîbûna şaneyên terorê vedike.

Dosya DAIŞ, û metirsiya wê li ser herêmê jî hat niqaşkirin.

Matt Borell da zanîn ew ê zextê li ser civaka navnetewyî bikin da ku bi berpirsyariyên xwe beramberî welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên di kamp û girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, rabin.

Cîgirê nûnerê Emerîkî yê taybet ê Sûriyê Matt Borell diyar kir wê hêzên Koalîsyonê li herêmê bimînin da ku piştgiriya QSD’ê di şerê terorê de bikin,

Her wiha diyar kir ew hewldanên xwe dikin da ku deriyê Sêmalka vekin.

Back to top button