Gerîlayên Fedayî şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal behsa pêvajoyê û armanca têkoşîna xwe dikin û dibêjin ew ji bo parastina nirx û dîroka xwe tevlî nava refên gerîla bûne.
Gerilayen YJA Stare Sara Tolhildan u Rûken Zelal 26’ê Îlonê li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê çalakiyek fedayi lidarxistin.
Di vê derbarê de Hêzên Parastina Gel daxuyaniyek da û ragihand ku çalakiya fedaî ya li Mêrsînê ji aliyê gerîlayên wan Sara Tolhildan û Rûken Zelal ve hatiye lidarxistin û got,
“Ev çalakî weke bersiva li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla hatiye lidarxistin.”
Gerîla Sara Tolhildan di nirxandinên xwe bi lêv dike ku jiyana gerîla vegera li cewher û xwedî derketina li nirx û dîroka xwe ye.
Sara got, divê em bi israra xwe ji tecrîda li dijî Rêber APO re bêjin bese.
Sara Tolhildan helebestek nivîsandibû û diyarî şehîdên ku canê xwe ji bo heqîqet û rastiyê dane dike.
Şehîd Rûken Zelal: Fedayîbûn di jiyana mirovan de tê xuyakirin
Gerîla Rûken Zelal jî da zanîn ku Fedayîbûn di jiyana mirovan de tê xuyakirin.
Rûken dibêje, ez ê bi rihê fedayetiya hevalên şehîd tevlî pêvajoya heyî dibim.
Rûken Zelal bi dengê xwe yê zîz strana ‘Ez Ocalan im’ diyarî Rêber Abdullah Ocalan dike.