Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Amed Rojdem oxir kirin

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Amed Rojdem bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin. Şêniyên Kobanê jî cenazeyê şervana YPJʹê Rojda Kaynar bi merasîmekê oxir kirin û gerîlayên HPG’ê Andok Serhed û Dîcle Rohat bi bîr anîn.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mihemed Cûma El-Ebid bi nasnav Amed Rojdem di 26’ê çileyê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû.

Şêniyên Hesekê li goristana şehîd Dijwar merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Amed li dar xistin..

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Îda Semo sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Her wiha Rêvebara Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê Ebid Mihemed Sayîr jî soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da û got: “Hêzên me tevahî planên li dijî herêmên me, di nav de êrişa li ser girtîgeha Sînaayê, têk birin.”

Piştî axaftinan,Wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazayê şehîd di nava qîrîna siloganên şehîd namirin de hat veşartin..

Li Kobanê ji bo şehîd Botan, Serhed û Dîcle merasîm hat lidarxistin

Li kobanê jî merasîmên şehîdan hatin li darixstin..

Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rojda Kaynar bi nasnav Mizgîn Botan ku dema li ser erka xwe bû di 29′ Çileyê de li Eyn Îsayê şehîd bûbû.

Gerîlayên Hêzên Parstina Gel HPG’ê Elî Nûr binasnav Andok Serhed û Ayşe Mihemed binasnav Dîcle Rohat di 27’ê Cotmehê de li Metîna Şehîd bûbûn.

Şêniyên Herêma Firatê li goristana şehîd Dicle ya li Kobanê cenazeyê şehîd Rojda oxir kirin û herdu gerîlayên şehîd bi bîr anîn.

Di merasîmê de rêveberê Hêzên Parastina Civakî (HPC) yê herêma Firatê Elî Hoşan axivî û qala rola şehîdan kir.

Hoşan got: “Çawa me çete têk birin, em ê êrişên dewleta Tirk jî têk bibin, ji ber ku em nahêlin tu kes xaka bi xwîna şehîdan hatiye paqijkirin, qirêj bike.”

Rêvebera PYDʹê ya navçeya Qinê Nazê Mihemed jî axivî û bang li gel kir ku dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin gerîla.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û cenazeyê şehîd Mizgîn bi dirûşmeyan hate veşartin.

Back to top button