Çeteyên El-Hemzat çeteyek kirine berpirsê qutkirin û firotina darên li Efrînê

Kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 2018’an li Efrînê dewam dikin. Li Efrînê qutkirina daran bi awayekî komî li ser destê çete Ebû Seîd tê kirin. Girê dîrokî yê li Til Tewîl a Efrînê careke din bi serkêşiya çeyteyên Elsultan Mûrad tê kolandin. 6 welatî li Efrînê hatin revandin û agahî derbarê wan de nayên girtin.

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrîna dagirkirî didome.

Efrîn POST ragihand ku serçeteyê Elhmezat Wail Elseîd Ebû Seîd bi sedan dar li daristanên Raco û gundewarên wê birîn.

Serçete Ebû Seîd ji bajarokê Mierêt Herma ya Idlibê ye.

Efrîn POST diyar kir ku Ebû Seîd cîgerê Yezîd Beşkawî ye ku ew serçeteyê Elhemzate ku karê wî qutkirina daran û firotina wan e.

Di vî dîmenî de jî diyar dibe ku çawa komên daran di navbera gundên Hesen û Kom Reş de hatine komkirin da ku bibin li bazaran bifroşin..

Girê dîrokî yê li gundê Til Tewîlê ji aliyê çeteyan ve tê kolandin

Li aliyê din, eşkere bû ku Çeteyên sultan Mûrad jî careke din girê dîrokî yê li gundê Til Tewîlê dikolînin.

Efrîn POST beriya wê jî bi rêya wêneyên fezayî ragihandibû ku çeteyên sultan Mûrad di Adara 2022’an de dest bi kolandina girê dîrokî kiribûn.

Çete şûnewarên vî girî derdixin û derbasî Tirkiyê dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema kolandina gir de, bi sedan darên li ser gir jî hatine birîn..

Ev yek jî bi armanca guhertina erdnîgariya herêmê ye.

Çeteyan 6 welatiyên din li Efrînê revandin

Navên kesên hatine revandin jî wiha ne:;

  • Osman Xelîl Ibrahîm ji gundê Beiyê
  • Îmad Kemal Sedo ji gudnê Enqelê
  • Şaxyar Mistefa Sedo ji gundê Enqelê
  • Mihemed Ibrahîm Mihemed ji gundê Hec Iskender
  • Receb Silêman Şewax ji gundê Hemamê
  • Înayet Arif Bekir

Ev welatî jî bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiirine hatine revandin û çarenûsa wan heta niha jî nayê zanîn.

Back to top button