Hovîtiya li herêmên dagirkirî didome. Dewleta Tirk û çeteyên xwe li Girê Homka yê Efrînê dest bi kolandinê kirine. Birîna daran û firotina wan wekî êzing jî, dewam dike. Çeteyan li Raco û gudê Meydanikê car din hejmarek dar birîn.
Kuştin, revandin, dizî û talankirina li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê dewam dikin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi armanca guhertina demografiya herêma Efrînê dest bi kolandina Girê Homka kiriye.
Li gorî du wêneyên fezayî ku dîroka wan vedigere salên 2019 – 2021, tê diyarkirin ku kolandin ji wê demê de destpêkiriye û heya 2022’an dewam kiriye.
Çete li Efrînê malên desteserkirine difroşin
Li aliyê din, li gorî Efrîn POST, malbatên ku ji aliyê çeteyan ve li Efrînê hatine bicihkirin, 9 malên welatiyên li taxa Eşrefiyê firotine.
Malên hin welatiyên ku hatine firotin jî ev in:
- Mala hunermend Hekîm Kalo yê ji gundê Basofan li hember 1300 dolarî.
- Mala Qedret Ebdo ya ji xelkê Badîna li hember 750 dolarî.
- Mala Behrî Omer yê ji xelkî Badîna li hember 750 dolarî.
- Mala Mehmûd Ebdo yê ji gundê Gurzêla li hember 900 dolarî.
- Mala Sîham Elehmed a ji Gundê Gurzêla li hember 900 dolarî.
Her wiha kesê bi navê Ehmed Xazî yê ji Xutaya Şamê avahiyeke ku milkê welatiyekî ji gundê Erendê ye firotiye û her qatek bi 800 dolarî daye.
Hêjayî gotinê ye ku ev avahiya duyemîn a heman welatiyî ye ku hatiye desteerkirin û firotin.
Li meydankê 57 dar ji aliyê çeteyan ve hatin birîn
Dîsa birîna daran jî dewam dike û li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyên El-Hemzat li naçya Racoyê darên ku birîne kom dikin û ber bi bazarên Efrîn û herêmên dagirkirî ve dibin.
Çeteyên Feyleq Elşam jî li gundê Meydanikê 57 dar birîne.